Nêçîrvan Barzanî: Ez ji ber koça dawî ya Şahjin Elizabeth pir xemgîn im
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji bo koça dawî ya Şahjina Brîtanyayê Elizabetha Duyem peyameke sersaxiyê ji bo malbata şahjin û gelê Brîtanyayê belav kir.
Hewlêr (K24) - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji bo koça dawî ya Şahjina Brîtanyayê Elizabetha Duyem peyameke sersaxiyê ji bo malbata şahjin û gelê Brîtanyayê belav kir.
Nêçîrvan Barzanî îro pêncşemê 8ê Îlona 2022an, li ser hesabê xwe yê Twitterê peyamek belav kir û got: “Ez ji ber koça dawî ya Şahjin Elizabetha Duyem pir xemgîn im. Xem û duayên min di vê dema dijwar de bi malbata şahjin û gelê Şahnişîna Yekbûyî re ne.”
Şahjin Elizabetha Duyem îro pêncşemê di temenê xwe yê 96 salî de koça dawî kir.
Koşka Buckingham ragihand, Şahjin Elizabetha Duyem di 96 saliya xwe de, piştî 70 salan mayîna wek şahjin koça dawî kir.
Piştî koça dawî ya Şahjina Brîtanyayê Elizabetha Duyem, kurê wê yê 73 salî Charles yekser bû Şah.