Şah Charlesê Sêyem: Em ji ber koça dawî ya dayîka min a xoşewîst di şînê de ne

Şahjin Elizabetha Duyem duh pêncşemê 8ê Îlona 2022yan di temenê xwe yê 96 salî de koça dawî kir.

Navenda Nûçeyan (K24) – Şah Charlesê Sêyem, ji ber koça dawî ya dayîka xwe Şahjin Elizabetha Duyem xemgîniya xwe anî ziman.

Di daxuyaniyekê de ji ber koça dawî ya dayîka xwe Şahjin Elizabetha Duyem, Şah Charlesê Sêyem got: “Koça dawî ya dayîka min a xoşewîst, xwedî rûmet Şahjin Elizabetha Duyem, xema herî mezin e ji bo min û hemû endamên malbata min.”

Şah Charlesê Sêyem diyar kir: “Ji bo koça dawî ya dayîka min a rûmetdar û xoşewîst em di şînê de ne. Ez dizanim hemû welat û welatên commonwealth û welatiyên li temamê cîhanê ji ber koça dawî ya şahjin nîgeran in.”

Şahjin Elizabetha Duyem duh pêncşemê 8ê Îlona 2022yan di temenê xwe yê 96 salî de koça dawî kir.

Koşka Buckingham ragihand, Şahjin Elizabetha Duyem di 96 saliya xwe de, piştî 70 salan mayîna wek şahjin koça dawî kir.

Piştî koça dawî ya Şahjina Brîtanyayê Elizabetha Duyem, kurê wê yê 73 salî Mîr Charles yekser bû Şah.