Washington dixwaze sizayên zêdetir bi ser Îranê de bisepîne

Tehranê bi wê yekê tohmetbar dike ku dron dane Rûsyayê, da ku li dijî Ukraynayê bi kar bîne.

Navenda Nûçeyan (K24) – Amerîka dixwaze sizayên zêdetir bi ser Komara Îslamî ya Îranê de bisepîne û Tehranê bi wê yekê tohmetbar dike ku dron dane Rûsyayê, da ku li dijî Ukraynayê bi kar bîne.

Wezareta Gencîne ya Amerîkayê roja pêncşemê 8ê Îlona 2022yan ragihand, sizayên zêdetir bi ser Supaya Pasdaran û hejmarek kompaniyên Îranê de disepînin, ji ber ku dronên serbazî yên nû dane Rûsyayê, da ku li dijî Ukraynayê bi kar bînin.

Wezaretê di daxuyaniya xwe de eşkere kiriye, ev siza di pileya yekem de Supaya Pasdaran a Îranê li xwe digre, ji ber ku ew di "lîsteya terorê" ya Amerîkayê de ye.

Bi ser Supaya Pasdaran a Îranê de hejmarek siza hatine sepandin û Amerîka wan bi hewldana bidestxistina çekê atomî tohmetbar dike.

Alîkarê Wezîrê Gencîne yê Amerîkayê bo Karûbarên Teror û Îstixbarata Darayî Brian Nelson ragihandiye, Amerîka hemû sizayên sepandî yên ser Rûsya û Îranê weke xwe cîbicî dike û hemû ewên piştevaniya Rûsyayê dikin di şerê dijî Ukraynayê de rûbirûyî sizayan têne kirin.

Roja duşema borî, Komara Îslamî ya Îranê ragihand, Tehran bi gotûbêjkirina mijara kirîna hejmarek firokeyên cûreya Su-35  a Rûsî ve mijûl e.