Rojnameyeke Brîtanî çend nepeniyên derbarê Şahjin Elizabeth de belav kir

Rojnameya The Independent a Brîtanî, çend nepeniyên derbarê Şahjin Elizabetha Duyem de belav kir, ku duh di temenê xwe yê 96 salî de koça dawî kir.

Navenda Nûçeyan (K24) – Rojnameya The Independent a Brîtanî, çend nepeniyên derbarê Şahjin Elizabetha Duyem de belav kir, ku duh di temenê xwe yê 96 salî de koça dawî kir.

Rojnameya The Independent ragihandiye, li ser pasaporta Şahjin Elizabet hatiye nivîsandin "Wezîrê Derve yê Brîtanyayê daxwaz dike, Şahşin û hemû kesên pê re geştê dikin, bêyî vîze geşt bikin, rêz li wan were girtin û alîkarî û pasevaniya wê were kirin".

Herwiha Şahjin Elizabeth, pêwîstiya wê bi destûra şofêriyê tunebû, li gor yasayên Brîtanyayê kes nedikarî li dijî Şahjin Elizabeth doz veke.

Ji bilî wê, Astronot Neil Armstrong nameyeke Şahjin Elizabeth biriye ser heyvê û li wir hiştiye, ku tê de hatiye nivîsandin: “Bi nûnertiya gelê Brîtanyayê, rêz û rûmet ji bo wêrekiya mirovan dişînim, ku karîne bigihin ser heyvê, bi hêviya hewla zêdetir ji bo xweşguzeraniya mirovan bidin.”

Şahjin Elizabetha Duyem duh pêncşemê 8ê Îlona 2022yan di temenê xwe yê 96 salî de koça dawî kir, ku navê wê Elizabeth Alexandra Mary ye û di sala 1926an de li Londonê jidayîk bûye û di 6ê Sibata 1952yan de textê qraliyeta Brîtanyayê wergirt.

Elizabetha Duyem şahjina 15 welatan a li Yekîtiya Commonwealth bû, ku li jêr hikûmraniya sîstema qraliyetê ya Brîtanyayê ne.

Piştî koça dawî ya Şahjina Brîtanyayê Elizabetha Duyem, kurê wê yê 73 salî Mîr Charles yekser bû Şah.