HSD bi hinceta ku pêwendiya wan bi Tirkiyê re heye 90 kes binçav kirine

Navenda Nûçeyan (K24) – Îstixbarata Rêveberiya Xweser nêzîkî 90 kesan bi tohmeta “sîxorî û hebûna pêwendiya wa bi Tirkiyê re” girtin.

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand, Îstixbarata Rêveberiya Xweser nêzîkî 90 kesan bi tohmeta “sîxorî, hebûna pêwendiyan bi Tirkiye û grupên çekdar re û beşdariya wan di êrîşên mehên Tîrmeh û Tebaxê de” girtin.

Li gorç zanyariyên Rewangehê, kesên hatine girtin di zîndanên gundewarên bakurê Heleb, Heseke, Reqa û Dêrazor de ne.

Ev di demekê d ye ajansa “Associated Press” berî çend rojan di raportekê de belav kir, Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) fermandarên HSDê civînek li dar xistin û ragihand ku armanca wan kêmkirina rageşiya li nêzîkî sînorê Tirkiyê ye.

Di nûçeyê de hate gotin ku HSD’ê li dijî egera destpêkirina operasyoneke nû ya Enqereyê, amadekariya şerekî demdirêj dike û ji bo parastina xwe ew ê ji Şamê destekê bixwazin.