Dijetrora Kurdistanê: Di êrîşa Tirkiyê de 2 çekdarên PKKê hatin kuştin

Dijeterora Kurdistanê: Droneke Tirkiyê otomobîlekê PKKê li Şingalê bombebaran kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Li gorî zanyariyên Dijeterora Kurdistanê di êrîşa Tirkiyê ya li ser otomobîleke PKKê de li Şingalê de, du çekdarên PKKê hatin kuştin û çekdarekî din jî birîndar bû.

Dijetrora Kurdistanê di daxuyaniyekê de ragihand, îro 11ê Îlona 2022an droneke artêşa Tirkiyê otomobîleke çekdarên PKKê di navbera gundê Bara û Behrava yên li qezaya Şingalê bombebaran kir.

Li gorî zanayriyên Dijeterora Kurdistanê, di encama bombebaranê de du çekdarên PKKê hatin kuştin û çekdarekî din jî birîndar bû.