PDK: Ti namzedekî me yê hevbeş ji bo Serokomariya Iraqê tune ye

"Divê rêyeke çareseriyê ji bo rewşa xitimîna siyasî ya li Iraqê were dîtin."

Hewlêr (K24) – Berdevkê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Mehmûd Mihemed ragihand, gotûbêjên ligel hemû aliyan berdewam in û li gel Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) ti namezedekî me yê hevbeş ji bo Serokomariya Iraqê tune ye.

Berdevkê PDKê Mehmûd Mihemed piştî beşdarbûna şîna Nûnerê berê yê PDKê yê li Tirkiyê Umer Mîranî, li ser destpêşxeriyên PDKê bo çareseriya kêşeyên siyasî diyar kir: “PDK daxuyaniyekê dide xelkê Iraqê ku ev kêşe û astengiyên siyasî yên niha hene, divê bi gotûbêj û hevtêgihîştin û xwendina hev werin çareserkirin.”

Mehmûd Mihemed destnîşan kir: “Tevî ku cudahiyên me hene, divê em rûnin û behsa cudahiyan bikin û em bizanin dê çawa werin çareserkirin.”

Li ser namzedê PDKê yê ji bo postê Serokomariya Iraqê, Mehmûd Mihemed diyar kir: “Heta niha ti namzedekî me yê hevbeş tune ye, namzedê me û yê wan diyar e, lê belê gotûbêj berdewam in di navbera aliyên siyasî yên Kurdistanî û Iraqî de.”

Herwiha destnîşan kir: “Cenabê Serok Barzanî tekezî li ser dîtina rêyeke çareseriyê ji bo xitimîna siyasî ya Iraqê kiriye, nêzîkî salek e hilbijartin hatiye kirin, lê belê heta niha aliyên siyasî nekarîne zimanekî hevbeş ji bo çareserkirina kêşeyan bibînin.”