Serok Barzanî sersaxiyê li Brîtanyayê dike
Serok Barzanî ji ber koça dawî ya Şahjin Elizabetha Duyem sersaxî li malbata qraliyetê û gel û hikûmeta Brîtanyayê kir.
Hewlêr (K24) – Serok Barzanî ji ber koça dawî ya Şahjin Elizabetha Duyem sersaxî li malbata qraliyetê û gel û hikûmeta Brîtanyayê kir.
Îro duşemê 12ê Îlona 2022yan, Serok Mesûd Barzanî sersaxî li malbata qraliyetê û gel û hikûmeta Brîtanyayê kir û peyama sersaxiyê bo koça dawî ya Şahjina Brîtanyayê Elizbatha Duyem di tomara şînê de nivîsand, ku ji aliyê Konsulxaneya Brîtanyayê ya li Hewlêrê hatibû vekirin.