Baro û Odeya Bijîşkan ên Stenbolê banga azadkirina girtiyên nexweş dikin

Baro û Odeya Bijîşkan ên Stenbolê ji bo girtiyên nexweş ên ku nikarin di girtîgehê de jiyana xwe bidomînin, hişyarî dan û xwestin ku ew girtî werin azadkirin.

Navenda Nûçeyan (K24) - Baro û Odeya Bijîşkan ên Stenbolê ji bo girtiyên nexweş ên ku nikarin di girtîgehê de jiyana xwe bidomînin, hişyarî dan û xwestin ku ew girtî werin azadkirin.

Baroya Stenbolê û Odeya Bijîşkan a Stenbolê 13ê Îlona 2022yan civîneke hevbeş a çapemeniyê li dar xistin û banga dabînkirina xizmetên tendirustiyê ji bo girtiyên nexweş û azadkirina wan kirin.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin, azadnekirina girtiyên nexweş di heman demê de tê wateya binpêkirina mafên tendirustî û mafê jiyanê ku bi Destûra Bingehîn tên parastin.

Endamê Lijneya Mafên Mirovan a Odeya Bijîşkan a Stenbolê Osman Kuçukosmanoglu destnîşan kir ku li girtîgehan xizmetên tendirustî bi awayekî çalak nayên kirin û di mijarên rêgirtina li ber nexweşiyan an jî zû pêhesîna bi nexweşiyan, rêveber û berpirsên girtîgehan gelekî dereng dimînin.

Li gor amarên Komeleya Mafên Mirovan (IHD) li girtîgehên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 1605 girtiyên nexweş hene û rewşa 604 kesan ji wan metirsîdar e û di 8 mehên destpêka îsal de herî kêm 50 girtiyên nexweş canê xwe ji dest dane.