Kurd bajarê Kerkûkê vala dikin, li şûna wan Ereb bi cih dibin
Li Kerkûkê bihayên xanî û zeviyan bi rêjeyeke berçav bilind bûne, ofîsên kirîn û firotina xanî û zeviyan tijî ne, lê belê piraniya kesên ku xanî û erdên xwe difiroşin, Kurd in.
Hewlêr (K24) – Li Kerkûkê bihayên xanî û zeviyan bi rêjeyeke berçav bilind bûne, ofîsên kirîn û firotina xanî û zeviyan tijî ne, lê belê piraniya kesên ku xanî û erdên xwe difiroşin, Kurd in. Li gor zanyariyên şêwirmendekî xaniyan, rewş gihîştiye wê astê ku niha %80ê nişteciyên Taxa Kurdistanê ya Kerkûkê, Ereb in.
Bihayên zevî û avahiyên li cadeya Komarî ya Kerkûkê firiyane, dikandarên wê cadeyê mat mane ku tevî lawaziya bazarê, çima biha û kirê wisa bilind bûne.
Li gor gotinên çend şêwirmendên xaniyan, Erebê naverast û başûrê Iraqê bi awayekî berçav berê xwe dane kirîna xanî û milkên li Kerkûkê.
Dikandar Dana Cebarî ji K24ê re behsa bilindbûna berçav a bihayên erd û xaniyên Kerkûkê dike û dibêje: “Beriya niha li kerta yek a taxa Şoraw, erd bi 30-35 milyon Dînar bû, lê niha bûye 45-50 milyon Dînar.”
Li gor gotina Dana Cebarî, li wê taxê bihayê xaniyan jî bi rêjeya %30 heta %40 bilind bûye.
Soran Mistefa ku ew jî demeke dirêj e xaniyan difiroşe, zanyariyên Dana Cebarî piştrast dike û dibêje: “Piraniya muşteriyan xelkê başûrê Iraqê ne. Firotin zêdetir li taxên Kurdan in. Ji ber rewşa ewlehî û siyasî, xelkê Kurd xanî û milkê xwe difiroşin û diçin Hewlêr û Silêmaniyê.”
Soran Mistefa eşkere dike ku di nava mehekê de di ofîsa wî de xaniyên nêzîkî 15 malbatên Kurd hatine firotin û wan malbatan berê xwe dane Hewlêr û Silêmaniyê.
Herwiha diyar dike, beriya niha zêdetirî %90 nişteciyên Taxa Kurdistanê, Kurd bûn, lê belê niha %80 nişteciyên wê, Ereb in.