Serokerkanê artêşa Iraqê li Kerkûkê ye
Serokerkanê artêşa Iraqê Ebdulemîr Yarallah îro pêncşemê li bajarê Kerkûkê serdana yekeyên ewlehiya sînorê parêzgehê kir.
Hewlêr (K24) – Serokerkanê artêşa Iraqê Ebdulemîr Yarallah îro pêncşemê li bajarê Kerkûkê serdana yekeyên ewlehiya sînorê parêzgehê kir.
Ajansa fermî ya nûçeyan a Iraqê ragihand, di wê serdanê de Ebdulemîr Yarallah plana ewlehiya parêzgeha Kerkûkê ji bo rûbirûbûna çekdarên DAIŞê gotûbêj kir.
Serokerkanê artêşa Iraqê Ebdulemîr Yarallah hejmarek rênima û biryarên nû ji bo hêzên ewlehiyê yên parêzgaha Kerkûkê der kirine.
Parêzgeha Kerkûkê ji aliyê ewlehiyê ve, piştî bûyerên 16ê Cotmeha 2017an, rûbirûyî astengiyeke mezin bûye û ji ber nemana Pêşmerge li wê parêzgehê û dirustbûna valahiya ewlehiyê di navbera sengerên Pêşmerge û Artêşa Iraqê, çekdarên DAIŞê li wê deverê ketine liv û tevgerê.