Li Akrê efserekî Pêşmerge hat kuştin
Li navçeya Akrê ya ser bi parêzgeha Duhokê, îro pêncşemê di bûyereke teqekirinê de efserekî Pêşmerge hat kuştin.
Akrê (K24) – Li navçeya Akrê ya ser bi parêzgeha Duhokê, îro pêncşemê di bûyereke teqekirinê de efserekî Pêşmerge hat kuştin.
Jêderekî ji polîsê Akrê ji Kurdistan24ê re ragihand, vê êvarê Sabir Akreyî, efserê Rêveberiya Perwerdehiya Serbazî ya Wezareta Pêşmerge ya Herêma Kurdistanê, di encama destdirêjiya gulleyê de hat kuştin û hevjîn û keça wî jî bi giranî birîndar bûn û ji bo tedawiyê, bo Duhokê hatin veguhestin.
Jêderê polîs ragihand, piştî bûyerê polîs û hêzên ewlehiyê dest bi lêkolînê kirin û kesê teqe kir, hat desteserkirin.
Li gor zanyariyên Kurdistan24ê, kesê teqe kiriye, kesekî nêzîkî qurbaniyan e û sedema bûyerê jî ji ber kêşeyeke civakî ya berê bûye.