Platforma Ked û Demokrasiyê ya Diyarbekirê: Bila tax neyên firotin

Derbarê firotina 2 taxên Diyarbekir de ji aliyê Platforma Ked û Demokrasiyê ve daxuyaniyek bo çapameniyê hat dayîn.

Diyarbekir
Diyarbekir

Diyarbekir (K24) - Derbarê firotina 2 taxên Diyarbekir de ji aliyê Platforma Ked û Demokrasiyê ve daxuyaniyek bo çapameniyê hat dayîn. Di daxuyaniyê de hat gotin ji dêvla ku dewlet xaniyan bo welatiyan çêbike, xaniyên deste wan de jî ji wan distîne.

Platforma Ked û Demokrasiyê ya Diyarbekirê li ber Avahiya Îaredariya Yenîşehîrê daxuyaniyek da çapemeniyê û bal kişand ser firotina taxêk bi navê Taxa Fabrîqe.

Şaredariya Yenîşehîrê ku ji aliyê qeyûm ve tê rêvebirin dibêje ew xaka ku tax li ser hatiye avakirin erdê gencineya dewletê ye û ji ber wê tax tê valakirin.

Nişteciyên taxê jî dibêjin bi salan e li taxê dijîn û hemû cûre bac û deynê xwe jî dane ku êdî mafê wan e erdê vê taxê ji xwe re bikirrin.

Welatiyên taxê daxwazname jî dane şaredariyê ku bo welatiyên taxê bi bihayeke guncaw were firotin.

Lê dewlet bi bihayek wisa difiroşe ku welatiyên taxê nekarin bikirrin. Berdevkê Platforma Ked û Demokrasiyê Abdulsamed Ucaman amaje kir ku dewlet ji dêvla ku rê li ber welatiyan xweş bike da ku bibin xwedî xanî, her ku diçe şert û mercên kirîna xanî zehmettir dike.