Erdogan: Armanca me endamtiya Rêxistina Hevkariya Şanghayê ye
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokomarê Tirkiyeyê da xuyakirin, ew dixwazin beşdarî Rêxistina Hevkariya Şanghayê bibin û mijar di civîna Hindistanê de, dê were rojevê.
Serokmarê Tirkiyeyê Recep Tayîb Erdogan, piştî beşdariya civîna Semerkandê, li ser rêya vegerê bersiva pirsên rojnamevanên Tirkiyeyê da. Erdogan got, armanca wan ya dawî beşdariya Rêxistina Hevkariya Şanghay ku sala 1996 hatiye damezrandin.
Da xuyakirin, tevî Serokomarê Azerbaycanê Îlham Elîyev bi vexwendineke taybet çûne Semerkandê û beşdarî civînê bûne û da zanîn, rêxistina Şanghay bi pênc welatan hatiye damezrandin, lê niha gihiştiye 9 welatan û Tirkiye tevî 8 welatên din di nava Hevbeşên Diyalogê de ye.
Erdogan got, civîna li pêş li Hîndistanê dê were lidarxistin û hêvî dikin di wê civînê de mijara endamtiya Tirkiye were rojevê.