Îsal waneyên olî yên Êzidî û Îslamê dê li Rojavayê Kurdistanê werin xwendin

Îro sala nû yê perwerdehiyê li Rojavayê Kurdistanê û herêmên Rêveberiya Xweser dest pê dike.

Dibistan
Dibistan

Navenda Nûçeyan (K24) – Bi armanca parastina çanda olî, Rêveberiya Perwerdeyê ya Rêveberiya Xweser, perwerdeya olî (Êzidî û Îslamî) dixe nava bernameya perwerdehiyê de. Di heman demê de amadekarî ji bo xistina perwerdeya olî ya Xirîstiyanî di nava bernameya xwendinê tê kirin.

Îro sala nû yê perwerdehiyê li Rojavayê Kurdistanê û herêmên Rêveberiya Xweser dest pê dike. Di yekemîn pêngava xwe de, waneyên perwerdehiya olî ya Îslamî û Êzidî di qonaxên seretayî û amadekariyê de tên dayîn.

Di wê derbarê de, Hevserokê Saziya Materyalan Maksab El-Seyah diyar kir ku got: "Projeya amadekirina pirtûkan ne nû ye, ji destpêka amadekirina materyalên Rêveberiya Xweser ve hate pêşniyarkirin. Lê ji ber nebûna kadroyên pispor proje dereng ma. Îsal û bi destpêkirina sala xwendinê ya 2022-2023’an re ev pirtûk dê di destê xwendekaran de bin.”

El-Sayah got: “Em girîngiya aliyê ruhî yê gelê herêmê baş dizanin, Ji ber wê me xwest ev pirtûk nûnertiya olan bikin û bibe encam ol û cewherê wê bi awayekî rasteqîn.”

El-Sayah wiha dewam kir: “Em hewl didin nîfşekî ku hizr û baweriya hev qebûl bikin, jiyaneke hevbeş bijîn, lêborîn, hezkirin û aştiyê belav bikin, bigihînin.”

El-Seyad diyar kir ku dê pirtûkên waneya ola îslamê bi zimanê Erebî ji pêkhateya Ereb re bin û dê ji pêkhateya Kurd re jî ji refa 6’an re bi zimanê Kurdî bin. Lê pirtûkên ola Êzidî jî ji refa 4’an re bin.”

Li ser pirtûkên waneya ola xiristiyanê jî El-Seyad wiha got: “Proje di pratîkê de ye û hewlên ji bo avakirina komîteyekê ku pirtûkên ola Xiristiyanî amade bikin, hene.”

Ji aliyê xwe ve, Berpirsê komîteya amadekirina materyalan ola Êzdayetiyê Nesîm Şemo jî da zanîn, civaka Êzidî di salên berê de ji mafê perwerdeya bi zimanê dayikê (Kurdî) hatibû bêparkirin û îsal Êzidî dê cara yekemîn di dîroka Sûriyê de bi zimanê xwe yê dayikê fêr bin.

Li Rojavayê Kurdistanê bi damezrandina Rêveberiya Xweser di sala 2014an de, Rêveberiya Perwerdehiyê di asta seretayî de dest bi hînkirina zimanê Kurdî kir, piştre pergaleke perwerdeyê  bi sê zimanan (Kurdî, Erebî, Suryanî) danî.