Mesrûr Barzanî û Wezîrê Bazirganî û Pîşesaziyê yê Qeterê civiyan

Serokwezîr Mesrûr Barzanî ligel rayedarên payebilind ên Qeterê dicive.

Hewlêr (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ligel Wezîrê Bazirganî û Pîşesaziyê yê Qeterê Mihemed Bin Hemed Qasim Al Sanî, li Dohayê civiya.

Îro Serokwezîr Mesrûr Barzanî dê ligel Mîrê Qeterê, Serokwezîrê Qeterê û Wezîrê Enerjiyê yê wî welatî bicive.

Di civînên navbera Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û rayedarên payebilind ên Qeterê de, li ser pêwendiyên aborî û bazirganî, çandinî û veberhênanê gotûbêj tê kirin.

Mesrûr Barzanî duh sêşemê 15ê Sibata 2022yan bi serdaneke fermî li ser vexwendina Mîrê Qeterê Şêx Temîm Bin Hemed Al Sanî gihîşte Qeterê û li Balafirgeha Dohayê ji aliyê Wezîrê Dewletê bo Karûbarên Derve yê Qeterê Sultan Bin Se'd û hejmarek rayedarên din ve hat pêşwazîkirin.