Qubad Talebanî serdana Wezareta Navxwe kir
Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî serdana Wezareta Navxwe kir û ligel Wezîrê Navxwe Rêber Ehmed li ser pêngavên rûbirûbûna tundûtûjiya li dijî jinan û malbatan gotûbêj kirin.
Hewlêr (K24) – Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî serdana Wezareta Navxwe kir û ligel Wezîrê Navxwe Rêber Ehmed li ser pêngavên rûbirûbûna tundûtûjiya li dijî jinan û malbatan gotûbêj kirin.
Îro duşemê 19ê Îlona 2022yan, Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistanê ragihand: “Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî serdana Wezareta Navxwe kir bi mebesta gotûbêjkirina ligel tîma wezaretê ya taybet bi stratejiya hikûmetê bo rûbirûbûna tundûtûjiya li dijî jinan û malbatan.”
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin, ku Qubad Talebanî behsa wê yekê kiriye ku "rola Wezareta Navxwe di mijarên rûbirûbûna tundûtûjiyê bi giştî û li dijî jinan û malbatan, cihê şanaziyê ye", herwiha tekezî li girîngiya rûbirûbûna tundûtûjiyê kiriye, li gor nêrîna Cenabê Serokwezîr û tîma Encûmena Wezîran, ji ber ku mijareke hestyar e û bandora wê li ser aştiya civakî heye.
Wezareta Navxwe herwiha eşkere kir, Wezîrê Navxwe Rêber Ehmed plan û bername û têgihîştina Wezareta Navxwe ji bo mijara rûbirûbûna tundûtûjiyê pêşkêş kiriye, herwiha Rêveberê Giştî yê Rêveberiya Rûbirûbûna Tundûtûjiya li dijî Jinan û Malbatan Fênik Şefîq Hemed Emîn kurteyeke kar û çalakiyên rêveberiya xwe û ew astengî û berbestên li ber rêya saziya wan ji bo rûbirûbûna tundûtûjiyê hene, eşkere kirine.