Mesrûr Barzanî û Wezîrê Enerjiyê yê Qeterê bihêzkirina pêwendiyan gotûbêj kirin

Serokwezîr Mesrûr Barzanî û rayedarên payebilind ên Qeterê di civên xwe de pêwendiyên aborî û bazirganî gotûbêj dikin.

Hewlêr (K24) – Civîna Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Wezîrê Enerjiyê yê Qeterê Se'd Bin Reşîde El Ke'bî, li Dohayê dest pê kir.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî û Wezîrê Enerjiyê yê Qeterê Se'd Bin Reşîde El Ke'bî li ser pêşvebirina pêwendiyên Qeter û Herêma Kurdistanê, bi taybetî di warê enerjî û gaza sirûştî û berfirehkirina derfetên hemahengiya navbera her du aliyan de gotûbêj kirin.

Mesrûr Barzanî duh sêşemê 15ê Sibata 2022yan bi serdaneke fermî li ser vexwendina Mîrê Qeterê Şêx Temîm Bin Hemed Al Sanî gihîşte Qeterê û li Balafirgeha Dohayê ji aliyê Wezîrê Dewletê bo Karûbarên Derve yê Qeterê Sultan Bin Se'd û hejmarek rayedarên din ve hat pêşwazîkirin.