Serokwezîr Mesrûr Barzanî û Serokwezîrê Qeterê civiyan

Serokwezîr Mesrûr Barzanî û rayedarên payebilind ên Qeterê li Dohayê pêwendiyên aborî û bazirganî gotûbêj dikin.

Hewlêr (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Serokwezîrê Qeterê Şêx Xalid Bin Xelîfe Al Sanî li Dohayê civiyan.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî û rayedarên payebilind ên Qeterê li Dohayê pêwendiyên aborî û bazirganî gotûbêj dikin.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê îro li Dohayê ligel Mîrê Qeterê Şêx Temîm Bin Hemed Al Sanî jî dicive.

Mesrûr Barzanî duh sêşemê 15ê Sibata 2022yan bi serdaneke fermî li ser vexwendina Mîrê Qeterê Şêx Temîm Bin Hemed Al Sanî gihîşte Qeterê û li Balafirgeha Dohayê ji aliyê Wezîrê Dewletê bo Karûbarên Derve yê Qeterê Sultan Bin Se'd û hejmarek rayedarên din ve hat pêşwazîkirin.