Li Neynewayê di bûyereke trafîkê de 8 kesan canê xwe ji dest dan
Navenda Nûçeyan (K24) – Di bûyereke trafîkê de li ser rêya di navbera El-Qoş û Bedrîkê de yên li parêzgeha Neynewayê, 8 kesan canê xwe ji dest dan.
Li gor zanyariyên K24ê, de li ser rêya di navbera El-Qoş û Bedrîkê de di barhilgirek û mînîbusekê li hev ketin û di encamê de 8 kes ji yek malbatê canê xwe ji dest dan û hejmarek din jî birîndar bûne.
Kesekî nêzîkî wê malbatê ji K24ê re ragihand, di mînîbusê de 11 kes hebûn, jin, mêr, 5 zarok û bapîrê wan canê xwe ji dest dan û 3 zarokên din jî birîndar in.
Amaje bi wê da, ew qurbanî endamên malbateke Ermen in. Her birîndar jî ji bo nexweşxaneya Hawarhatinê ya Duhokê hatin veguhastin.