Li Silêmaniyê termê 4 kesan di malekê de hat dîtin
Navenda Nûçeyan (K24) – Li Taxa Çarbaz a bajarê Silêmaniyê, termên 4 kesan di malekê de hatin dîtin.
Peyamnêrê K24ê li Silêmaniyê da zanîn, îro danê sibê termê 4 kesan di malekê de hat dîtin ku endamê yek malbatê ne, ew jî bav, dê, kur û keçekê ne.
Peyamnêrê me da zanîn, li gorî şahidhalan, eger heye elektrîkê ew girtibin û canê xwe ji dest dabin.
Cîranekî wê malbatê ji K24ê re got: “Xwediyê malbatê karmendekî tendirsutiyê ye, ew îro ji male derneket û neçû karê xwe, dema me telefona wî kir, wî bersiv neda, ji ber wê em derbasî male bûn, me dît ku her çaran canê xwe ji dest dane.”