Berfê serê çiyayê Sîpanê sipî kir
Navenda Nûçeyan (K24) – Berf li serê çiyayê Sîpanê sipî barî û dîmenên bêhempa raxist ber çavan.
Berfê li çiyayê Sîpanê ku dikeve nav sînorên bajarokê Adilcewazê yê Bîtlîsê barî. Bi barîna berfê re, çiyayê Sîpanê ku çar hezar metro bilind e bi rengê sipî xemilî.
Ewrên ku lûtkeya çiyayê Sîpanê ya biberf girtibûn, digel şîniya Gola Wanê û dar û beran, dîmeneke bêhempa raxist ber çavan.