Nivîskarê Kurd Mihemed Ûzûn li Diyarbekirê bi çalakiyekê hat bibîranîn

Diyarbekir (K24) – Di 15emîn salvegera koça dawî ya nivîskar, siyasetmedar û romannivîsê modern Mihemed Ûzûn de, li  Diyarbekirê gotebêj hat lidar xistin û bi beşdariyeke girseyî li ser gora xwe hat bibîr anîn. Malbat û hezkiriyên Ûzûn bal kişandin ku Mihemed Ûzûn bi berhemdayîna xwe rêçek çêkiriye û gelê Kurd wî bi bêrî û minetdarî bibîr tîne.

Nivîskar û rewşembîrên Kurd û malabta Mihemed Ûzûn, li Konaxa (Malmîrîya) Zêrzewanê gotebêjekî li ser rol û mîsyona MihemedÛzûn di wêje û kelepora Kurdî de lidar xistin. Di gotebêjê de bal hat kişandin ku Mehmet Ûzûn girîngiyeke mezin dida zimanê Kurdî û li gel ku li surgûniyê bû jî bi zimanê Kurdî berhemên xwe nivîsî û di nav wêjeya Kurdî û cîhanê de deng veda.

Merasîma bibîranîna romannivîsê modern ê Kurd Mihemed Ûzûn, li ser gora wî jî bi beşdariyeke girseyî birêve çû û piştî ku hevjîna wî Zozan Ûzûn bêrî û hêstên xwe li ser gora wî xwend,  birayê wî Mihemûd Ûzûn jî, nameya ku hêst û boçûnên xwe ji bo birayê nivîsîbû parve kir.

Hevjîna Mehmet Ûzûn, Zozan Ûzûn ji K24ê re got: “Nivîskarekî Kurd e lê di asta dinyayê de nivîskar bû. Nivîskariya Mehmet jî nivîskariyeke rihet nebû. Îro mirov dikare her tiştekî ji gogleyê bibîne, lê nivîskariya wî weka bi derziyê bîr kolandinê bû. Min wan zehemtiyan bi çavên xwe dît, lê dizanibû ku nivîskarî karekî wisa bû. Ji ber ku bi zimanekî qedexe dinivîsî, wî wan zehmetiyan wek zehmetî nedidît û min jî bi serbilindî piştgiriya wî dikir.”

Di merasîmên bibîranînê de, li gel malbatê, nivîskar, rewşembîr û xwînerên Kurd jî, amade bûn.

Nivîskar û hevalê Mehmet Ûzûn ango bi gotina wî, Mihemedê Mala Birûdirêjan Şerefxan Cizîrî jî, ji bo siyaset û wêjeya Kurdî rola Mihemedê Mala Birûdirêjan girîng nirxand.

Nivîskar Şerefxan Cizîrî: “Ji sala 1977’an ve me hev nas kiribû. Me bi hev re karên siyasî jî kir, karên edebî jî kir. Heta dikarim bibêjim ku wî min teşwîqî nivîsandina Kurdî kir û di fêrbûna gramera Kurdî de gelek alîkariya min kir. Min jî alîkariyên pêwist ji bo kir û heta niha jî ew hevnasÎna me ya malbatî jî bi hezkirin berdewam e.”

Mihemed Ûzûn, di sala 1953’an de li Sîwerek a nevçeya Rihayê ji dayîk bûye û di sala 2007’an de li Diyarbekirê ji ber nexweşiya penceşêrê li pişt xwe 21 berhem ji bo kelepûra Kurdî hişt û çû ser dilovaniya xwe.