Li Hewlêrê di bûyereke trafîkê de 5 kesan canê xwe ji dest dan
Şeva borî li ser cadeya 60 metrî ya li hember Parlamentoya Kurdistanê li bajarê Hewlêrê, di encama bûyereke trafîkê de 5 kesan canê xwe ji dest dan û 2 kes jî birîndar bûn.
![](https://d2wqffb2bc8st5.cloudfront.net/images/Oct-2022/1665729691Untitled-1.jpg)
Hewlêr (K24) – Şeva borî li ser cadeya 60 metrî ya li hember Parlamentoya Kurdistanê li bajarê Hewlêrê, di encama bûyereke trafîkê de 5 kesan canê xwe ji dest dan û 2 kes jî birîndar bûn.
Hewlêr (K24) – Şeva borî li ser cadeya 60 metrî ya li hember Parlamentoya Kurdistanê li bajarê Hewlêrê, di encama bûyereke trafîkê de 5 kesan canê xwe ji dest dan û 2 kes jî birîndar bûn.
Berdevkê Polîsê Trafîkê yê Hewlêrê Fazil Hacî ji Kurdistan24ê re ragihand: “Îro di demjimêr 01:20 xulekan de bûyereke trafîkê li ser cadeya 60 metrî, li nêzîkî Parlamentoya Kurdistanê rûda.”
Fazil Hacî eşkere kir: “Bûyer di navbera Hondayeke taybet û Fordeke barhilgir de qewimî, sedem jî ajotina bilez bûye.”
Herwiha diyar kir: “Di encama bûyerê de 5 kesan canê xwe ji dest dan û 2 kes jî bi giranî birîndar bûne.”