Parlamenterên HDPê qeza kir

Li Enqerê otomobîla parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ku parlamenter Dêrsim Dag, Omer Ocalan û Nusrettîn Maçîn tê de bûn, qeza kir.

Navenda Nûçeyan (K24) – Li Enqerê otomobîla parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ku parlamenter Dêrsim Dag, Omer Ocalan û Nusrettîn Maçîn tê de bûn, qeza kir.

Hat ragihandin ku otomobîla parlamenterên HDPê li taksiyekê daye û di encamê de şofêrê taksiyê canê xwe ji dest daye û parlamenterên HDPê bi sivikî birîndar bûne.

Derbarê bûyera trafîkê de Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di daxuyaniyekê de ragihand: “Îro danê sibê wesayîta partiya me ya ku parlamenterên me Omer Ocalan, Dêrsim Dag, Nusrettîn Maçin û endamên partiya me dibir balafirgehê, li xaçerêya Pirtûkxaneya Neteweyî li taksiyeke bazirganiyê qelibî.”

Herwiha hat eşkerekirin: “Em bi xemgînî hîn bûn ku di qezayê de wekîlên me bi sivikî birîndar bûne û tevî hemû mudaxeleyan ajokarê taksiyê jiyana xwe ji dest daye. Wekîlên me li nexweşxaneyê niha di bin çavdêriya bijîşkan de ne.”