Li Bartinê di kana madenê de teqîn: Mirî û birîndar hene
Li navçeya Amasra ya ser bi parêzgeha Bartinê ya Tirkiyê li kana madenê ku rejû jê tê derxistin, di demjimêr 18:45an de teqînekê rûda.
Navenda Nûçeyan (K24) – Li navçeya Amasra ya ser bi parêzgeha Bartinê ya Tirkiyê li kana madenê ku rejû jê tê derxistin, di demjimêr 18:45an de teqînekê rûda, heta niha 14 kesan canê xwe ji dest dane.
Li parêzgeha Bartin a Tirkiyê îro înê 14ê Cotmeha 2022yan di kana madenê de di kûrahiya 300 metreyan de teqînek pêk hat.
Wezîrê Tendirustiyê yê Tirkiyê Fahretîn Koca li ser teqîna kana madenê li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihand: “Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, di teqînê de ku li Bartinê di kana madenê de pêk hat, 2 welatiyên me canê xwe ji dest dane, 20 birîndarên me hene.”
Parêzgariya Bartinê diyar kir ku heta niha sedema teqînê ne diyar e. Şaredarê Amasrayê Recaî Çakir jî diyar kir: “Gumana teqîna Grîzûyê heye. Di hundir de 87 hevalên me hebûn. 6 ji wan bêtevger xuya dikin. Mudaxeleya tîmên rizgarkirinê didomin.”
Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylu û Wezîrê Enerjî û Çavkaniyên Sirûştî Fatîh Donmez ber bi navçeya Amasra ya ku teqîna kana madenê lê rûda, bi rê ketin.
SULEYMAN SOYLU: 14 KESAN CANÊ XWE JI DEST DAN
Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylu li cihê bûyerê ragihand, ji 21 kesên ku bo nexweşxaneyê hatine veguhestin, 14 kesan canê xwe ji dest dane.
Serdozgeriya Komarî ya Bartinê jî bi daxuyaniyekê ragihand: “Derbarê teqîna kana madenê ya Amasrayê de ji aliyê Serdozgeriya Komarî ya Bartinê ve lêpirsîn hat destpêkirin. Ji bo lêpirsîna bûyerê 3 dozger hatin erkdarkirin.”
Serokatiya Rêveberina Rewşa Bilez û Karesatan (AFAD) diyar kir: “Li Bartinê di kana madenê ya Rêveberiya Saziya Amasrayê ya TTK de, ji ber trafoyê teqînekê rûda.”