Du geştiyarên Spanî li Tirkiyê canê xwe ji dest dan
Navenda Nûçeyan (K24) – Li Kapadokyaya Tirkiyeyê balona hewaya germ ji ber ku bi tundî daket xwarê, du geştiyaran canê xwe ji dest dan û sê geştiyar jî birîndar bûn.
Li gor daxuyaniya Parêzgeha Newşehîrê, îro danê sibehî li Kapdokyayê baloneke hewaya germ ku tê de 28 geştiyar hebûn, bi tundî daketiye xwarê û du geştiyarên Spanî canê xwe ji dest dane û sê geştiyarên heman welatî birîndar bûne.
Hat ragihandin, kesên birîndar ji bo nexweşxaneyê hatine rakirin û di derheqê bûyerê de lêpirsîna dadî û îdarî hatiye destpêkirin.