Derfetên kar li Kurdistan24
Navenda Nûçeyan (K24) – Saziya Kurdistan24ê ya Lêkolîn û Ragihandinê derfetên kar ji bo beşên Kurdî (Soranî û Kurmancî), Erebî û Îngilîzî li baregeha xwe ya sereke li Hewlêrê radigihîne.
Kurdistan24 derfetên kar di warên edîtorên nûçeyan, pisporên medyaya civakî û graphic designers ji bo beşên Kurdî (Soranî û Kurmancî), Erebî û Îngilîzî li baregeha xwe ya sereke li Hewlêrê radigihîne.
Xwazyarên van derfetên kar divê, ezmûna wan a kar ne kêmtir ji pênc salan be, zimanên Kurdî (Soranî û Kurmancî), Erebî û Îngilîzî baş zanibin, karîna wan a karkirina di nav tîm de hebe, ne girêdayî karekî din bin û xwedî bawernameya zanîngehê bin.
CV divê heta 5ê Mijdara 2022an ji e-email () re bêne şandin.