Şandeke Amerîkayê li Diyarbekirê serdana HDPê kir

Şandeke Balyozxaneya Amerîka ya li Tirkiyeyê serdana Şaxa Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Diyarbekir kir.

Diyarbekir (K24) - Şandeke Balyozxaneya Amerîka ya li Tirkiyeyê serdana Şaxa Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Diyarbekir kir.

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihand ku şandeke Balyozxaneya Amerîka ya Tirkiyeyê serdana şaxa HDPê ya Diyarbekir kiriye.

Di şandeyê de Şêwirmendê Kar û Barên Siyasî yê Balyozxaneya Amerîkayê Stephen B.Banks, Konsolosê Edene yê Amerîkayê Danîel B. Dolan û Serokê Karên Siyasî û Pisporê Balyozxaneyê Deanie Holder cih girtine.

Hat zanîn ku Hevserokên Şaxa Diyarbekir yên HDPê Zeyat Ceylan û Gulîstan Atasoy pêşwaziya şandeyê kirine. Derbarê naveroka hevdîtinê de ji aliyê HDPê ve daxuyaniyek nehat dayîn.