Li Kurdistanê diyardeya rojgirtinê rû dide
Navenda Nûçeyan (K24) – Îro Sêşemê 25ê Cotmeha 2022an diyardeya rojgirtinê ya nîvcoyî li beşeke mezin a nîva bakur a cîhanê û Kurdistanê rû dide, lê roj dê bi awayekî mezin tarî nebe.
Dema heyv ligel rojê û zemînê dikevine ser xeteke rast û heyv dikeve navbera roj û zemînê, beşek ji ronahiya rojê nagihe zemînê, wê demê li hin navçeyan, heta dema çend xulekan roj dibe şev, li hin navçeyên din jî awayekî kêmtir tarî dibe.
Li Herêma Kurdistanê jî li bajarê Duhokê girtina rojê dê demjimêr 12:55 li Duhokê dest pê bike û bi rêjeya % 50 dê heta 15:27 berdewam bike. Herî dawî jî li Silêmaniyê dê 15:33 bi dawî bibe.
Wezareta Veguhastin û Gihandinê ya Herêma Kurdistanê derbarê temaşekirina rojgirtinê de çend rênima belav kirin û got, nabe bi awayekî rasterast li rojê were nêrîn, bi taybet jî zarok, ji ber ku dê ziyanê bigihîne çavan.
Her wiha Wezareta Perwerdê ya Herêma Kurdistanê bi sedema bûyera girtina rojê, biryar da ku dibistan piştî nîvro werin girtin.
Wezareta Tenduristiyê ya Federal hişyarî da ku li hember nêrîna rasterast li girtina rojê, pêşniyar kir ku berçavk û camên taybet bi kar bînin.