Li Nexweşxaneya Pêşmerge cara yekem neştergerî hat encamdan
Wezareta Pêşmerge ragihand, piştî sê salan ji pêşkêkirina xizmetên tendirustiyê, çend neştergeriyên cuda cuda li Nexweşxaneya Pêşmerge bi awayekî serkeftî hatin encamdan.

Hewlêr (K24) – Wezareta Pêşmerge ragihand, piştî sê salan ji pêşkêkirina xizmetên tendirustiyê, çend neştergeriyên cuda cuda li Nexweşxaneya Pêşmerge bi awayekî serkeftî hatin encamdan.
Dr. Reza Îsmaîl ji malpera fermî ya Wezareta Pêşmerge re ragihandiye: “Îro cara yekem weke karê me yê yekem li holên neştergeriyê li Nexweşxaneya Pêşmerge, me sê neştergerî encam dan, plana me ew e ku em neştergeriya ji bo pêşmergeyên ku pêwîstiya wan bi neştergeriyê heye, bidomînin.”
Rêveberê Nexweşxaneya Pêşmerge Dr. Dana bal kişand ser hewldanên hevbeş ên Wezareta Pêşmerge û tîma şêwirmend a serbazî ya hikûmeta Almanyayê ya li Hevpeymaniya Navdewletî ji bo pêşxistin û pêşvebirina şiyana bijîşkî ya nexweşxaneyê û got: “Niha şiyanên Nexweşxaneya Pêşmerge di asteke baş de ye.”
Cîgirê Serokerkan bo Îdare û Mîre yê li Nexweşxaneya Pêşmerge Hoşmend Heyder diyar kir: “Hemû hewlên wezaretê ew e ku xizmeteke şayeste û pêwîst ji wê xebat û qurbanîdana Pêşmerge re were kirin, ku bi giyan û xwîna xwe berevaniya ax û xelkê Kurdistanê kirine û dikin.”
Nexweşxaneya Pêşmerge li ser erkê welatê Almanyayê li Hewlêrê hatiye avakirin û dema sê salan e xizmeta tedndirustiyê pêşkêşî Pêşmerge û malbatên wan dike.

