Platforma Ked û Demokrasiyê: Divê Fîncanci serbest bê berdan
Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê ku ji sazîyên sivîl yên bajêr pêk tê, bi daxuyaniyeke hevpar, nerazîbûn nîşanî desterkirin û girtina Seroka Bijîşkên Tirk (TTB) Prof. Dr. Şebnem Korur Fîncanci dan.

Diyarbekir (K24) - Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê ku ji sazîyên sivîl yên bajêr pêk tê, bi daxuyaniyeke hevpar, nerazîbûn nîşanî desterkirin û girtina Seroka Bijîşkên Tirk (TTB) Prof. Dr. Şebnem Korur Fîncanci dan û daxwaz kirin ku demildest Fîncanci serbest bê berdan.
Berdevka Serdemê ya Platforma Ked û Demokrasiyê Ayşe Kuran daxuyand ku desthilatdarî, tehemulî ti hêzeke muxalîf nake û bal kişand ku piştî Şebnem Korur Fîncanci li derveyî Tirkiyê zaniye di derheqê wê de lêpirsîn hatiye vekirin, lê ew vegeriyaye Tirkiyê.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin, tevî ku dikaribûn ji bo îfadedayînê vexwînin, lê li şûna wê, rayedarên hikûmetê helmeteke lînçkirinê dane destpêkirin û Fîncanci bi operasyonekê li mala xwe hatiye desteserkirin, piştre jî bi awayekî bê hiqûqî hatiye girtin.
Ayşe Kuran diyar kir ku Şemnem Korur Fîncanci, wek têkoşereke mafên mirovî dihat nasîn û divê zûtir dem serbest bê berdan.
Seroka TTB’ê Şebnem Korur Fîncanci di 26ê Cotmehê de hatibû desteserkirin û dadgeha Sulhê ya Enqereyê jî bi hinceta propagandaya rêxistinên ne yasayî biryara girtina wê îro di 27ê Cotmehê de da.