Li Elezîzê şerê çekdarî: 3 kes hatin kuştin

Li bajarê Elezîzê yê Bakurê Kurdistanê di şerê bi çekan yê di navbera du malbatan de 3 kes hatin kuştin.

Navenda Nûçeyan (K24) - Li bajarê Elezîzê yê Bakurê Kurdistanê di şerê bi çekan yê di navbera du malbatan de 3 kes hatin kuştin.

Hat ragihandin ku roja 4ê Mijdara 2022yan li taxa Sursuru ya girêdayî parêzgeha Elezîzê ya Bakurê Kurdistanê ji ber kêşeya erd û zevî, di navbera du malbatan de nîqaş derket.

Piştî demek ji nîqaşê, şer dest pê kir û di şer de çek jî hatin bikaranîn. Li gor zanyariyan di şer de 2 welatiyên bi navên Burak Tutak û Mahmut Demîr li cihê bûyerê  hatin kuştin û welatiyê bi navê Mehmet Kayar jî bi giranî birîndar bû.

Li ser agahdarkirinê tîmên tendirustî çûn cihê bûyerê û kesê birîndar rakirin nexweşxaneyê, lê tevî hewldanan, wî jî li nexweşxaneyê canê xwe ji dest da.

Li aliyê din hêzên ewlehiyê derbarê bûyerê de lêkolîneke berfireh dan destpêkirin.