12 parlamenterên din ji Parlamentoya Kurdistanê vekişiyan

Navenda Nûçeyan (K24) – 7 parlamenterên Fraksiyona Komela Dadgerî, 4 parlamenterên Tevgera Gorranê û parlamenterekî serbixwe biryara vekişîna ji Parlamentoya Kurdistanê dan.

Serokê Fraksiyona Komela Dadgerî Ebdulstar Mecîd îro 6ê Mijdara 2022an di konferanseke rojnamevanî de ragihand: “Me 12 parlamenterên Kurdistanê biryara boykotkirin û vekişîna ji Parlamentoya Kurdistanê da.”

Ebdulstar Mecîd got jî: “Em berê jî li dijî dirêjkirina vê xula parlamentoyê bûn û niha jî em naxwazin bibin beşek ji karên neyasayî yên ku hatine kirin.”

Serokê Fraksiyona Komela Dadgerî da zanîn: “Em ê bi hev re têkoşîna li dijî neheqî û gendelî û zextan berdewam bikin, da ku hilbijartin di zûtirîn dem de bên kirin.”

Pêştir jî Fraksyona Yekgirtûya Îslamî û Fraksiyona Nifşê Nû vekişîna xwe ji Parlamentoya Kurdistanê ragihandibûn.

Ji ber dema xula pêncem a Parlamentoya Kurdistanê ya yasayî di 6ê Mijdarê de bi dawî dibe û hilbijartinên parlamentoyê di roja 1/10/2022 de nehatin lidarxistin, parlamentoyê roja 9ê Cotmeha borî, yasayek pesend kir û xula xwe ya pêncemîn bo saleke din dirêj kir.

Li gor projeyasaya ku ji aliyê endamên Partiya Demokrat a Kurdistanê, Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê, Tevgera Gorranê û parlamenterên din ên pêkhateyan ve hatiye pêşkêşkirin, parlamentoya niha dê heta Payîza sala 2023an li ser karên xwe berdewam be.

 

Fly Erbil Advertisment