KESK daxwaz dike budçeya Tirkiyê li gor berjewendiyên civakê bê plankirin
Diyarbekir (K24) – Sendîkayên ser bi Konfederasyona Kedkarên Sendîkayên Kedkar û Karmendan KESKê ve, bi daxuyaniyeke hevpar, daxwazên xwe yên ji plansaziya nû ya budçeya 2023’an a Tirkiyê ku li Parlamentoya Tirkiyê tê gengeşekirin ragihandin.
Nûnerên sendîkayan bal kişandin ku zêdetirê budçeyê ji bo polîtîkayên ewlekariyê tên xerckirin û kedkar û welatî, di nav qeyran û xizanî de hewla berdewamiya jiyana xwe didin.
Daxwaz hat kirin ku plansaziya nû ya butçeya Tirkiyê de, qedra kedê bê girtin û bacên welatiyan ji bo xizmetên civakê bên xerc kirin.
Hevseroka Sendikaya Kedkarên Şaredariyan TUMBEL-SENê ya Diyarbekirê Nîhal Yanik li ser navê platforma sendîkayên KESKê da zanîn, kêmtirîn ji %15 budçeya ku Tikiye ji bacan bidest dixe, ji bo çek û ewlehiyê tê xerc kirin û civak jî ji ber qeyranên aborî, di rewşên ne aram de jiyana xwe nikarin berdewam bikin.
Yanik ragihand, KEKS dê li hemû bajaran çalakiyên ku daxwazên xwe tê de ragihandine lidar bixin û ji rayedarên siyasî jî çaverê ne ku kêşeya Kurd di serî de, hemû kêşeyên Tirkiyê bi rêyên diyalog û aştiyane bên çarserkirin û budçe jî ji bo berjewendiyên civakî bên plankirin.