Li Bidlîsê erd hejiya

Navenda Nûçeyan (K24) – Li bajarê Bîdlîsê yê Bakurê Kurdistanê du erdehêjên bi tundiya 4.2 û 3.9 li gorî pîvera Richterê rû dan.

Li bajarê Bîdlîsê îro danê sibe du erdhêjên li ser hev rû dan.

Erdhêja yekemîn li bajarokê Xelatê rû da û tundiya wê 3.9 li gorî pîvera Richterê bû. Erdhêja duyem jî li Gola Wanê rû da tundiya wê 4.2 li gorî pîvera Richterê bû.

Li gorî zanyariyan, di her du erdhejan de ti bûyerên neyînî çênebûne.