Netewên Yekgirtî: Nifûsa cîhanê benda heşt milyaran derbas kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Li gorî texmînên Daîreya Nifûsê ya Netewên Yekgirtî, hejmara nifûsa cîhanê benda heşt milyaran derbas kir.

Sekreterê Giştî yê Netewên Yekgirtî îro Sêşemê di daxuyaniyekê de got: "Derbaskirina vê bend derfetek e ji bo şanaziyê bi cihêrengî û pêşkeftinê bikin, lê di heman demê de divê berpirsiyariya hevpar a mirovahiyê li hember gerstêrkê li ber çavan were girtin.”

Netewên Yekgirtî zêdebûna nifûsê bi pêşkeftina mirovahiyê ve girê dide, ji ber ku mirov bi xêra karûbarên tenduristiya giştî, xwarin, paqijiya kesane û dermanan, dirêjtir dijîn.

Her wiha ev jî ji encama rêjeyên bilind ên zayînê ye, bi taybet li welatên herî xizan ên cîhanê ku piraniya wan li başûrê beyabana Afrîkaya ne ku bi vî awayî jî armancên peşepêdanê dixe metirsiyê.

Ji aliyekî din ve jî, zêdebûna nifûsa cîhanê, bandorên jîngehê yên li ser geşepêdana aboriyê zêde dike.