Li Dîlokê di bûyereke trafîkê de kesek mir û 10 kes birîndar bûn
Li parêzgeha Dîloka ya Bakurê Kurdistanê, mînîbusek wergeriya û di encamê de kesekî canê xwe ji dest da û 10 kes birîndar bûn.
Navenda Nûçeyan (K24) - Li parêzgeha Dîloka ya Bakurê Kurdistanê, mînîbusek wergeriya û di encamê de kesekî canê xwe ji dest da û 10 kes birîndar bûn.
Îro Pêncşemê 17ê Mijdara 2022an li navçeya Cebel Nûr a Dîlokê, mînîbusek ku ji parêzgeha Hatayê ya Tirkiyê ji bo dawetekê diçû bajarê Sêrtê yê Bakurê Kurdistanê ji rê derketiye û wergeriyaye.
Di encama bûyerê de kesê bi navê Mehmet Nurî Siyahtoprak ê 53 salî canê xwe ji dest daye û 10 kes jî birîndar bûne.
Li ser agahdarkirinê, tîmên tendirustiyê û polîs bo cihê bûyerê hatin şandin.
Birîndar ji aliyê tîmên tendirustiyê ve bo nexweşxaneyên cuda yên li Cebel Nûr û Dîlokê hatin veguhestin.