Li Silêmaniyê teqîn: Mirî û birîndar hene

Ji ber teqîna sîstema gazê, mala welatiyekî hilweşiya, di encama bûyerê de 4 kesan canê xwe ji dest dan û hejmarek kes jî birîndar bûn.

Silêmanî (K24) – Li taxa Kazêwe ya bajarê Silêmaniyê ji ber teqîna sîstema gazê, mala welatiyekî hilweşiya, di encama bûyerê de 4 kesan canê xwe ji dest dan û 11 kes jî birîndar bûn.

Peyamnêrê Kurdistan24ê yê li Silêmaniyê ragihand, bûyer ji ber teqîna gazê qewimiye û di encamê de xaniyê welatiyekî bi temamî hilweşiya û tîmên hawarçûnê termên qurbaniyan derdixin.

Herwiha eşkere kir ku aliyên pêwendîdar gihîştine cihê bûyerê û tîmên hawarçûnê daxwaz dikin welatî ji cihê bûyerê dûr bikevin, da ku bikarin alîkariya birîndaran bikin û termên qurbaniyan ji bin xaniyê hilweşiyayî derxînin.

Berdevkê Tendirustiya Silêmaniyê Saman Letîf ragihand, di encama teqîna îşev a Silêmaniyê de, 4 kesan canê xwe ji dest dan û 11 kes jî birîndar bûn.