Li Diyarbekirê çalakiyên li dijî tundiyê dest pê kir
Platforma Jinan a Diyarbekirê û Tora Li Dijî Tundiyan a Diyarbekirê, li ber postaxaneya navçeya Rezan a Diyarbekirê daxuyaniyek belav kir.
Diyarbekir (K24) - Platforma Jinan a Diyarbekirê û Tora Li Dijî Tundiyan a Diyarbekirê, li ber postaxaneya navçeya Rezan a Diyarbekirê daxuyaniyek belav kir.
Rêxistinên jinan ragihandin ku ew ê heta 25ê Mijdarê Roja Têkoşîna Tundiyên li ser Jinan çend cûre çalakiyan li dar bixin û di yekem çalakiya xwe de jî, ji bo jinên girtî name bişînin.
Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ku tundiyên li ser jinan bi hincetên cuda berdewam dikin û ji ber ku berpirs û bersûcên tundiyan nayên ceza kirin jî, tundî ranawestin.
Hat ragihandin ku dê li Diyarbekirê hefteyek bi berdewamî xwepêşandan û çalakiyên wek belavkirina belavokan, lidarxistina meş û daxuyaniyên meydanî bên lidarxistin.
Piştî daxuyaniya destpêka çalakiyan, nameyên ku hatibûn amadekirin, li postexaneyê ji bo jinên girtî hatin şandin.