Li Bêxal otobuseke geştyaran qeza kir

Ji ber jidestdana kontrola otobuseke geştyaran li havîngeha Bêxal, hejmarek geştyar birîndar bûn.

Hewlêr (K24) – Ji ber jidestdana kontrola otobuseke geştyaran li havîngeha Bêxal, hejmarek geştyar birîndar bûn.

Îro Înê 18ê Mijdara 2022yan, Rêveberê Geştûguzariya Riwandizê Çiya Mihemed ji Kurdistan24ê re ragihand, otobuseke geştyaran ku 45 geştyarên parêzgeha Babilê ya naverasta Iraqê hilgirtibû, kontrol ji dest da û li dikanek û du otomobîlan qelibî.

Çiya Mihemed diyar kir, di bûyerê de 19 kes birîndar bûn ku ji wan du kes birîna wan giran e, ku şofêrê otobusê û rêwiyê li kêleka wî ye.

Herwiha destnîşan kir, hemû birîndar li nexweşxaneya Riwandizê hatine tedawîkirin ku birînên wan sivik bûn û heft birîndar jî bo Nexweşxaneya Aştî ya li Soranê hatine veguhestin.

Çiya Mihemed got, ji ber ku dikana otobus lê qelibî girtî bû, herwiha du otomobîl rawestiyabûn, ti ziyaneke din derneketiye holê.