Li Hewlêrê ji bo qurbaniyên bûyera Silêmaniyê şîn tê danîn

Piştî bidawîbûna şîna qurbaniyên bûyera Silêmaniyê li bajarê Silêmaniyê, dê li Hewlêrê jî şîn tê danîn û cih û dema birêveçûna şînê were diyarkirin.

Hewlêr (K24) – Piştî bidawîbûna şîna qurbaniyên bûyera Silêmaniyê li bajarê Silêmaniyê, dê li Hewlêrê jî şîn tê danîn û cih û dema birêveçûna şînê were diyarkirin.

Parêzgarê Hewlêrê Omêd Xoşnaw di daxuyaniyeke rojnamevaniyê de ragihand, li Hewlêrê dê şîn ji bo qurbaniyên bûyera Silêmaniyê were danîn û got: “Piştî ku şîn li Silêmaniyê temam bibe, bi beşdariya endamên malbata qurbaniyan, şîn li Hewlêrê were danîn.”

Derbarê cih û dema birêveçûna taziyê, Omêd Xoşnaw eşkere kir, di rojên bê de cih û dema birêveçûna taziyê dê diyar bikin.

Xoşnaw hêviya xwe anî ziman ku ev karesat nexweşiya herî dawî be ji bo Silêmanî û Herêma Kurdistanê be.

Roja Pêncşemê 17ê Mijdara 2022yan ji ber teqîna sîstema gazê ya malekê li taxa Kazîwe ya bajarê Silêmaniyê, 15 kesan canê xwe ji dest dan û hejmarek kes birîndar bûn.