Jûra Tabîban daxwaza rawestandina pêkutiyan û berdana endam û rêvebirên xwe dike
Navenda Nûçeyan (K24) – Jûra Tabîban a Diyarbekirê, daxayanîyek belav kir û tê de hat ragihandin ku saziya wan ji aliyê partiya desthilatdarîyê û şirîkê wê tên armanc kirin û ev jî dibe sedem ku pêkutiyên derhiqûqî li ser saziya wan zêde bibin. Bal hat kişandin ku herî dawî jî endamê rêvebiriya yê Jûra Tabîban a Diyarbekirê Dr. Mustafa Yaşar, ji mala xwe hatiye desteser kirin û ti tawaneke wî y derhiqûqî tune ye.
Endamê Rêvebiriya Jûra Tabîban a Diyarbekirê Dr. Ahmet Baran di daxuyaniyekê de ragihand, desthilatdarî hewla bêdengkirina hemû sazî û kesên ku opozîsyon in dide û Jûra Tabîban jî kiriye armanc.
Baran da zanîn ku lidarxistina xwepêşandan û ragihandina daxuayniyên ku ji bo tenduristiya civakî ne, ne tawan in û divê demildest, Mustafa Yaşar û endam û rêvebirên din ên saziyên sivîl ku bê tu tawan hatine desteserkirin serbest bên berdan.