Li Diyarbekirê otobuseke rêwiyan wergeriya

Navenda Nûçeyan (K24) – Li navçeya Bismila ya Diyarbekirê, otobuseke rêwîyan ji ber baranê kontrola xwe winda kir û qelibî.

Li gor agahiyên destpêkê, di bûyerê de ti kesê canê xwe ji desty nedaye û zêdetir ji 20 rêwiyên birîndar bûne.

Piştî bûyera wergerîna otobusê, destwerdan û alîkariya destpêkê ji aliyê gundiyên ku qeza dîtine hatin kirin û tîmên hewarçûnê jî gihiştine ciyê bûyerê.

Li gor agahiyên ku tîmên hewarçûnê bo K24 ragihandin, di bûyerê de heta niha ti kesî canê xwe ji dest nedaye û zêdetir ji 20 rêwiyên ku birîndar bûne, ji bo nexweşxaneyan hatine veguhastin.