Li Colemêrgê riya 155 gundan hatin girtin
Navenda Nûçeyan (K24) – Li gor agahiya ku ji Îdareya Taybet a Parêzgehan hatine dayîn, li navenda bajarê Colemêrg û navçeya Geverê ji ber barîna berfê, riya 45 gund û 110 mezirkan hatin girtin.
Tîmên taybet ji bo vekirina rêyan, xebatên xwe didomînin.
Tîmên şaredariyê li navenda bajêr û rêyên taxan jî xebatên paqijkirina berfê kirin.