Serok Barzanî pîrozbahî li Wezîrê Avakirinê yê Iraqê kir
Bengîn Rêkanî eşkere kir, Serok Mesûd Barzanî ew raspartiye ku hemû hewldanên xwe bike ji bo xizmetkirina hemû parêzgehên Iraqê.

Hewlêr (K24) – Piştî ku di civîna îro ya Parlamentoya Iraqê de bawerî bo Wezîrê Avakirinê yê Iraqê Bengîn Rêkanî hat dayîn, li ser medyaya civakî ya Twitterê ragihand, Serok Barzanî peyamek arasteyî wî kiriye û pîrobahî lê kiriye.
Bengîn Rêkanî eşkere kir, Serok Mesûd Barzanî ew raspartiye ku hemû hewldanên xwe bike ji bo xizmetkirina hemû parêzgehên Iraqê bêyî ciyawazî.
Serok Barzanî bo Bengîn Rêkanî nivîsandiye: “Bi karên baş dilê welatiyan bi dest bixe.”
Îro Şemiyê 3yê Kanûna 2022yan Parlamentoya Iraqê civiya û di civînê de bi piraniya dengên parlamenteran, bawerî bi Bengîn Rêkanî wek Wezîrê Avakirin û Niştecîkirinê yê Iraqê û Nizar Amêdî wek Wezîrê Jîngehê yê Iraqê hat dayîn.
Roja Pêncşemê 1ê Kanûna 2022yan, Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî di nivîsekê de ku arasteyî Serokatiya Parlamentoya Iraqê kiribû, daxwaz kir ku ji bo temamkirina kabîneya xwe di rûniştinekê de bawerî bide namzedên herdu wezîrên avakirin û jingehê.
Di nivîsa xwe de Mihemed Şiya Sûdanî, Bengîn Rêkanî ji bo postê Wezîrê Avakirinê yê Iraqê û Nizar Amêdî ji bo postê Wezîrê Jîngehê yê Iraqê namzed kiribû.
Roja 13ê Mijdara 2022yan, ji aliyê Serokomarê Iraqê Letîf Reşîd ve, Mihemed Şiya Sûdanî ji bo pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê hat erkdarkirin.