Serokwezîr Mesrûr Barzanî pêşwazî li Şêx Nehro Mihemed Kesnezanî kir
Tekezî li ser pêşvebirina kultûra miyanrewî û pêkvejiyana aştiyane ya navbera pêkhateyên cuda yên Herêma Kurdistanê hat kirin.
Hewlêr (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li Serokê Terîqeta Eliye ya Qadirî ya Kesnezanî yê li Cîhanê kir û tekezî li ser pêşvebirina kultûra miyanrewî û pêkvejiyana aştiyane ya navbera pêkhateyên cuda yên Herêma Kurdistanê kirin.
Îro Duşemê 5ê Kanûna 2022yan, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li Serokê Terîqeta Eliye ya Qadirî ya Kesnezanî yê li Cîhanê Şêx Nehro Şêx Mihemed Kesnezanî kir.
Di hevdîtinê de li ser rewşa giştî ya Kurdistanê û guherînên li Iraq û navçeyê gotûbêj hat kirin. Herwiha tekezî li ser pêşvebirina kultûra miyanrewî û pêkvejiyana aştiyane ya navbera pêkhateyên cuda yên Herêma Kurdistanê hat kirin.