Gola Masiyan a Rihayê di zivistanê de jî pêşwaziyê li geştyaran dike

Demsal zivistan be jî, di rojên germ de, welatî û geştyar, li parka hawirdora Gola Masiyan a Rihayê dicivin.

Riha (K24) - Demsal zivistan be jî, di rojên germ de, welatî û geştyar, li parka hawirdora Gola Masiyan a Rihayê dicivin. Geştyar û şêniyên Rihayê tînin ziman ku rojên wiha xweş, ji bo geşt û gerê derfet in.

Li Rihayê di rojeke sayî û xweş a zivistanê de, parka ligel Gola Masiyan a Rihayê, bi welatî û geştiyaran şên bûye, xort û keç, malbat û geştyar li derdora Gola Masiyan a Rihayê digerin; êm diavêjin masiyan û bi cil û bergên herêmî wêneyan dikşînin.

Welatiyên ji Rihayê radigihînin ku rojên ku wiha tav xweş be, ew jî wek derfet dibînin û bi zarok û malbatî ve tên ciyên wiha civakî.

Şêniyê Rihayê Îbrahîm Xelîl Kiliç ji K24ê re diyar kir: “Me xwest ku zarok bêhnteng nebin, di vê demsalê de, zêdetir baran e û hewa ne xweş e. Dema ku wiha roj xweş dibe, em jî xwe wiha diavêjin vê derê. Ev der ciyekî dîrokî ye, jixwe ciyê gerê ya vê derê jî ev der e û ciyekî din tune. Mirov were bigere û bikeve nav civakê xweş e.”

Geştiyarên ku serdana Rihayê û Gola Masiyan dikin jî, ji aliyekî ve bi xweşiyên bajêr re wêneyan dikşînin, ji aliyê din ve jî cil û bergên herêmî li xwe dikin û bi wan ji bo bibîranîn berhev tînin. Serhat Aksoy jî li gel ku lingekî wî birîndar e jî, bi malbata xwe re hatiye Rihaye ku geştê bike.

Geştyar Serhat Aksoy dibêje: “Em bi malbatî ji Edeneyê hatine, li gel ku lingekî min seqet e jî ez bi kêfxweşî hatime. Nasîna çanda li vir ciyê kêfxweşiyê ye. Em yekem car e ku tên Rihayê, bi rastî em gelek kêf ji geşt û gera xwe distînin. Geşt, li gel xweşiyên xwe gelek tişt jî fêrî mirovan dike.”

Herwiha geştyar Bîrsen Aksoy jî diyar dike: “Demeke kurt e ku em gihiştin vê derê û yekem car em Gola Masiyan dibînin. Çanda vê derê jî tên nasandin, ev jî me kêfxweş dike. Min berê di wêne û dîmenan de ev der dîtibû, lê ev der bi rastî gelek xweş e. Niha jî em bi cilên herêmî wêne dikşînin.”

Demsal zivistan e, lê taveke xweş û hewayeke hênik li Rihayê heye. Welatiyan jî bi vê tav û hewa xweş re berê xwe dane ciyên geşt û gerê. Bi taybet hem welatiyên ji Rihayê, hem jî geştiyarên ku serdana bajêr kirine, li parka derdora Gola Masiyan civayane û dema xwe derbas dikin.