Hêzên Pasewanên Sînor deriyê tomarkirina bo damezirandinê vekir
Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Navxwe ya Iraqê rê li ber 3 hezar xwebexşan vekir ku tevlî Hêzên Pasewanên Sînor bibin. Kurdistan24 jî lînka daxwaza damezirandina di nava rêzên Pasewanên Sînor de belav dike.
Serlêdan bi awayê elektronî ye û bi riya lînka jêrîn tê kirin:
Ji bo pêşkêşkirina rasterast, li vir bitikîne
Berpirsê Fermandariya Pasewanên Sînor li Navçeya Yek Hemad Dizeyî ji K24ê re ragihand, dê 3 hezar kes di nav rêzên Hêzên Pasewanên Sînor de werin wergirtin.
Tekez jî kir jî, her çend e berî niha damezirandin tenê li Herêma Kurdistanê bû, lê niha dê ji bo tevahiya Iraqê be.
Pêştir jî Birîkarê Wezareta Pêşmerge Serbest Lezgîn di çarçoveya beşdariya di bernameya Basî Roj a Kurdistan24ê de ragihandibû, ji bo zêdetir kontrolkirina sînorên Herêma Kurdistanê yên ligel welatên cîran, sê hezar kes dê di hêzên parastina sînoran de werin damezrandin.
Derbarê armanca damezrandina sê hezar kesan di rêzên Pasewanên Sînor de, Serbest Lezgîn eşkere kir ku armanca vê yekê, çavdêriya sînorên Herêma Kurdistanê yên ligel welatên cîran û kontrolkirina hatûçûna di navbera Herêma Kurdistanê û wan welatan de ye.