Almanya hewleke derbeya li dijî dewletê têk bir

Navenda Nûçeyan (K24) – Desthilatdarên Alman hewldana derbeyê ya li dijî dewletê têk birin û 25 25 kesên ji komeke rastgir a tundew desteser kirin.

Dozgerê Giştî yê Almanyayê îro Çarşemê, bi tohmeta endamtiya grûpa “Reich Citizens” fermana girtinê derbarê 25 kesan li 11 herêman derxist. Di çarçoveya helmeta girtinê de nêzîkî 3 hezar kes tê de beşdar bûne.

Koma “Reich Citizens” piştî hilweşîna Nazîzmê hate damezrandin û endamên wê dewleta Almanî ya nûjen û yasayên wê nas nakin, bac û yarmetiyên civakî nadin û tekez dikin ku Împaratoriya Almanî hîn heye.

Ev rêxistin, dewleta Almanî ya nûjen red dike, li ser wê rijd e ku sînorên Împaratoriya Almanî hîn jî hene û dibîne ku dewleta nûjen a Almanya, avahiyek îdarî ye hîn jî ji aliyê “Hêzên Hevalbend” ve dagirkirî ye.

Kesên girtî bi hewla rûxandina dewletê tên tometbarkirin. Dozgerê Giştî yê Alman jî dibêje ku wan “baskekî leşkerî” damezrandiye ku armanca wan “hilweşandina dewleta yasya ya demokratîk e.

Li gor zanyariyên ku malpera (DW) a almanî belav kirine, “ev rêxistin dizane ku dê di vê hewla wan de kuştî hebin, lê wan ev senaryo weke pêngaveke pêwîst a veguhêz qebûl kir, ji bo guhertina rêjîmê di hemû astan de.”

Li gorî wê malperê, Dozgerê Giştî amaje bi wê yekê kir ku hin endamên baskê leşkerî yê wê rêxistina gumanbar, di artêşa Almanyayê de xizmet kirine.

Di dawiya Mijdara 2021an de, tawanbaran rêxistinek ku rayedarên Alman wê bi "terorîst" binav dike ava kirine, da ku li dijî saziyên dewletê û nûnertiyên wan şer bikin.

Serdozgeriya Komarê ya Almanyayê diyar kir ku endamên Encûmenê ji Mijdara 2021'an û vir ve bi berdewamî dicivin û plan dikin desthilatdariyê li Almanyayê bi dest xwe bixin û desthilatdariya xwe taybet ava bikin.